Fîloya alîkariya ji Xezeyê re, ji bo ‘şikandina dorpêçê’ bi rê dikeve!

Fîloya ‘Global Sumud’ a ku wê ji lîmana Barselona ya Spanyayê bi rê bikeve, ji bo ku alîkariya mirovî bigîhîne Xezeyê û dorpêça Îsraîlê derbas bike, bi rê dikeve.

Tê plankirin ku filoya alîkariyê ya nû ji Barselonayê ber bi Xezeyê ve bi rê bikeve. Konvoy ji nêzî 30 keştiyan pêk tê. Di konvoyê de malzemeyên tibî û berhemên pêdiviyê yên esas, hene. Tê payîn ku di tevahiya rê de hin keştiyên din jî tevlî fîloyê bibin.

Organîzator diyar dikin ku armanca hewldanê ew e ku alîkariya mirovî bigihînin Xezeyê û ji bo herêmê “korîdora mirovî” were vekirin.

Heman organîzatoran sala borî jî hewldaneke heman kiribûn, lê ji aliyê Îsraîlê ve hatibûn astengkirin.

Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê bi bîr xist ku di şert û mercên şer de jî li gorî hiqûqa navneteweyî divê sivîl bikarin xizmetên tenduristiyê bibînin.